Hunera Hilanîna Debr û Danî

Koma bavan

Ji gulana 2022yan ve dozdeh zilamên ji “Koma Bavan” ya yekîtiya malbatên kurd Yekmal e.V. mehê du caran li Berlinischen Galerieê tên cem hev. Ev zilam ji Rojava û Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) hatine. Ew pêşaneyên li muzeyê digerin û nêrîn û îlhamên xwe yên ku timî bi çîrokên li ser eslê wan û kurdbûna wan ve têkildar in, parve dikin. Mamoste Ajo Amin û hunermendê hunera dîtbarî Marcos Garcia Pérez bi komê re ne. Ew temrînên performatîkî û grafîkî yên kolektîva pratîk teşwîq dikin, ceribandinan dikin. Ew bersivên balkêş jî didin pirsa “em dikarin xwe bi awayê hunerî çawa îfade bikin?” Kom ji pêvajoyê motîfan hildibijêre ku di dawiyê de wekî wêneyê ekranê têne girtin. Di kombûnan de bi kurmancî, soranî û almanî diaxivin. Qehwe, browniyên li malê hatine çêkirin û biskewît hene.

Beşdarên Komê: Abdullah Alahmad, Eid Alyan, Ajo Amin (Rêveberê komê), Hajo Basel, Hammo Ibrahim, Abdulmajid Issa, Abdulrahman Kasem, Abdulrahman Khalil, Omar Khalil, Mohamad Mohamad, M. Fateh Olabi, Marcos Garcia Peréz (Rêveberê hunerî yê projeyê).

Othman Ramzi, Fatme Salim

Atolyeya dirûnê

Deh jinên ji atolyeya dirûnê ya yekîtiya malbatên kurd Yekmal e. V. ji nîsana 2022yan ve ji bo projeyeke hunerî mehê du caran li Berlinischen Galerieê tên cem hev. Ev jin kurd in û ji Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) hatine. Ew hezkirin û azweriya ji bo cil û bergên kurdî parve dikin ku nasnameya wan îfade dike. Koma jinan li Berlinischen Galerieê bi refeqata du navberkarên hunerî têkilya xwe ya bi xwezayê re dide ber pirsan û têkilya di navbera xwezayê û cil û bergên kurdî de dinirxîne. Menzereyeke ji çîrokan, pêşnûmayan, sêwirandinên hunerî û cil û bergan pêk hatî, derdikeve holê.

Beşdarên Komê: Payman Abdulla (Rêvebera komê), Naeima Fatah, Akram Ghodsi, Beate Gorges (Rêvebera hunerî ya projeyê), Shukriyeh Hasan Ali, Gashaw Hussein, Maryna Markova (Rêvebera hunerî ya projeyê), Parzhin Mustafa, Sakar Mustafa, Haunaz Raheem, Bahar Salim, Behjat Tatai

Hevkariyeke Berlinischen Galerieê li gel Jugend im Museum e. V., Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê-Yekmal e. V. û Koopkultur e.V.

Li gel piştgiriya saziya: Schering Stiftung