Werin em bi hev re dîlan bikin!

Di cejn û şahiyan de gelek çîrok hene ku her gav di nihêrîna pêşîn de ne diyar in: Muzîk û xwarin, cil û berg û rîtwel, rol û kodên civakî, efsane, bûyerên kesane yan bûyerên civakî. Ev yek bîranînan hişyar dike ku ji nêz ve girêdayî mijarên weke civak, pevguhertin û piştgiriyê ne, lê carinan bi babetên tundî û zordestiyê re jî têkildar in. Hûn ji kîjan şahiyan hez dikin û kîjan cejnan pîroz dikin? Çi tê û çi nayê pîroz kirin?
Di pêşangehê de berhemên derbarê mijara “Pîrozkirina cejnan weke beşek ji nasnameya kurdî“ tên nîşandan. Ji Gulana 2022’an ve, sêzdeh mêr ji “Koma Bavan” a Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal e.V., di bernameya niştecihbûnê ya “Cihguhertin” de li pêşingeha “Berlinische Galerie“ li hev dicivin. Ew hîndariyên şêwedan û xêzkirinê yên ku kardariya tevayî pêşve dixin pêk tînin. Di encamê de berhemên xêzkirî, çapkirî, tomarkirî û li dar xistina zindî ya muzîk û dîlanê hate holê.

Koma Hunermendan
Eid Alyan, Hammo Ibrahim, Abdulmajid Issa, Abdulrahman Kasem, Abdulrahman Khalil, Omar Khalil, Mohamad Mohamad, M. Fateh Olabi, Raschad Jaafar, Manan Scheikhbulla, Anwar Hajj Hassan, Hassan Syno, Ajo Amin (birêvebirê komê), Marcos García Peréz (piştgiriya hunerî).
Proje ji hêla aborî ve bi riya Weqfa Schering tê piştgirî kirin.
Hevkariya “Berlinische Galerie“ di gel “Jugend im Museum e.V.“ û Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal e.V.

Arabischer Text